Doktorên zû kar dikin perên bêhtir werdigirin.

Doktorên kar dikin di beşên acil de yên nêzîk di wîlayeta Stockholmê de 100 kron bêhtir werdigire her serê nexweşekî, eger ew zû kar bikin û bigihêjin bêhtir nexweşan bibînin.

Di herêma Huddinge de wekî nimûne, doktor perê zêde werdigirin piştî 12 emîn nexweş ew dibînin di yek roja kar de. Ev yeka li gor rojnameya Dagens Nyheter.

Hizra vê yekê ew e ku doktor bên teşwîq kirin ê bixwazin bêhtir nexweşan bibînin û bi vî awayî jî dema sirê bo nexweşan jî kurtir dibe.

Lê diyare jî dengên rexnedar henin dijî vê sîstemê ji aliyê yekîtiya doktoran ve, yên dibînin ku kvalîteya kar divê beriya her tiştên din li ber çav bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".