Civîna yekem ya wezîrên yekîtiya ewrûpayê tên li dar xistin li Swêdê.

Influensaya nû, xweragirtina antîbiyotîkayê, karê pêşî lê girtina ziyanên alkoholê û hem jî mafên nexweşan çendin ji babetên dê wezîrên tenduristiyê yên yekîtiya ewrûpayê şîrove bikin dema nuha li Jönköpingê bi awayekî resmî dicivin.

Ev civîn îro dest pêkir û wê berdewam be ta pêncşemê, ev civîna wezîran ya yekem e di dema serokatiya Swêdê de bo yekîtiya ewrûpayê.