Ketina jinekê ji balkonê kare kuştin be.

Doh jineke birîndar hate peyda kirin bin balkonekê de li Malmö yê û ji ber birînê xwe paşî mir. Nuha polîs kar dike ser bingehê ku ev jina hate kuştin û çend texmîn henin diyar dikin ev kuştin girêdayê namûs û rûmetê ye.

Jina 28 salî ya nû zewicî tenê çend rojên wê çêbûbûn li Swêdê, mêrê wê yê 32 salî hate girtin doh û lêkolîn hate li dar xistin bi wî re û îro serê sibê hate berdan. Di van salên dawî de gelek jin hatinin avêtin ji balkona, wekî nimûne li Malmö yê, lê tên eşkere kirin jî ku bêhtirînê caran bi zehmete mirov îsbat bike eger kuştin e yan eger qeza ye.

Leif Fransson vê yekê dibêje ji polîsê Malmö yê:

- Eger ev yeka bübe di hundurê malbatê de, wê demê kesek ji wan naxwzain bi polîsan re biaxivin. Ne kesek dixwaze alîkariyê pêşkêş bike û çîrokê bêje. Û ew dixwazin di hindurê malbatê de çareser bikin, wê demê ji me re gelekî bi zehmet dibe ku em lêkolîn û karê xwe birêve bibin