Swêdî kirîna xwe kêm dikin.

Ji pêncan yek ji swêdiyan kirînên xwe kêmtir kirinin ji bandora krîsa abûrî ya li dar e. Eger em li wan binerin yên xwedî miaşên kêmbûn, ji sêyan yek pera kêmtir serif dikin nuha danberhev bi demên beriya xirabûna rewşa abûrî. Ev agahdarî li gor lêkolînên şirketa Länförsäkringar çêkiriye.

Rewşa abûrî ya xirab û konjuktura nizim bêhtir bandor kiriye ser wan kesên bi miaşên kêm, yên bêhtir ji kesên dewlemend kirînên cil û pêlavan kêmtir kirinin, ji bilî wan jî kirînên xwarina xwe kêm jî kirinin û kirînên din yên pêwît ji wan re rojan e.

Ji bilî wê jî, kesên miaş kêm kirînên mobiliya, elektroniyên malê û gerên xwe kêm kirinin. Li gor vê lêkolînê 7 %  ji şêniyên Swêdê dest pêkirinin û perê xwe di bakeyan de datînin ser hev.