Bêkarî pirtir dibe.

Dora 2 250 kes hatin agahdarî kirin bi kar bedanê di sê rojên yekem de di heyva julî ya heftan de, ev yeka li gor hejmarên hatin ji daîreya kar, Arbetsförmedlingen.

Mirov kare vê hejmarê bide ber hejmarên temamê heyva heftan sala par, ya wê demê 2 400 kes bûn. Di dawîya hefteya derbas bûyî de nêzîka 240 000 kes nivîsandî bûn wek bêkar ba daîreya kar, ev yeka pirbûnek bû bi  5 600 kes danberhev bi hefteya berî wê re û dora 100 000 bêhtir sala par di heman demê de.