Malbatên swêdî hîna reşbînin ji aliyê rewşa welat ya aborî ve.

Li gor hejmar û lêkolînên nû yên înstîtua raya giştî Skop, tenê yek ji çar kesên pirs ji wan hate kirin dibînin ku rewşa Swêdê ya aborî dê baştir bibe di sala bê de.

Pirbûneke mezin bi dora 70 % ji wan bawer dikin ku dê rewşa welat ya aborî yan dê wek xwe bimîne yan jî dê xirabtir bibe. Li vê lêkolînê jî herweha diyar e malbat bi awayekî giştî bawer dikin ku rewşa wan ya aborî di malê de dê baştir bibe.