Mecilisên wîlayetên Swêdê pere qezenc dikin ser tenduristiyê.

Mecilisên wîlayetên Swêdê dest bi firotina xizmetên pêşketî yên warê tenduristiyê kirinin bo welatên din, ev yeka bo ku pera ji xwe re qezenc bikin. peymana herî demdirêj ya hatiye nivîsandin ji aliyê nexweşxaneya unîversîtê ye ya bajarê Malmö bi şirketeke tenduristiyê ya swêdî şexsî re.

Ew bi hev re dixwazin klînîkeke diabêtês vekin li îmaratên hevgirtîyên arab de, ya dê karê tenduristiyê û lêkolînê birêve bibin li wê derê. Ev peyman bi hêjaîya 3 ta 4 miliyonan e salane bo mecilisên wîlayetê ye, lê hêjayî dê bêhtir be bo şirketa swêdî ya bi navê Global Health Partner.

Ji ber vê yekê kare bandoreke mezin bibe li nexweşên herêma Skåne, ev yeka li gor Vilmer Andersen ji partiya çep li herêma Skåne:

- Sirên me herdem dirêjin, û gelek pere têkelî vê yekê dibin. Ew bi awayekî din datînin ber çav û bi bandor dibe li nexweşên me.