Deyn li gelek swêdîyan giran bûne..

Hejmareke gelekî bilind ji swêdîyan daxwaza pak kirina deynên xwe kirinin ba kronofogden, daîreya karmendên îcrayê, ev yeka ji ber ku êdî nikarîbûn deynên xwe bidin.

Ta nuha di hundirê vê salê de dora 3 100 daxwazname gehiştinin destê daîrê. Ev pirbûneke bi 8 %  ye danberhev bi heman dem re sala par. Û hejmara kesên ji wan re hatiye qebûl kirin ku xwe ji deynên xwe pak bikin pirtir bûnin bi 26 %. Ev agahdarî li gor rojnameya Dagens Nyheter.

Bi vê yekê re jî dext tên kirin li daîreya karmendên îcrayê û nuha daxwaz perên bêhtir dikin ji hukûmetê bo ku karibin karê li wan giran bûye bi rêve bibin.