Karê herî bixeter li Swêdê li herêmên li derveyê bajar de nin û gundan.

Ta nuha di hundurê vê salê de 12 kes mirinin, du ji wan zarok bûn. Bi kampaniyên cuda dê karê gundiyan ewletir bibe, ev li gor hêviyên LRF.

Salane navbera 10 û 15 kes dimirin di baxçeyên gundan de. Cotkarî û karê li daristanan ji pêncbeşan yek e ji hemû qezeyên kuştinê yên girêdayê karin. Herweha bêhtir kes birîndar jî dibin.

Li gor dezgeha jîngeha kar, di 2007 de 42 qezeyên mirinê çêbûn di warê karê daristanan de her serê 100 000 karmendî. Û di warê cotkariyê de hejmar 13 bûn.