Bêhtir kes tên avêtin ji malên xwe.

Hejmara kesên tên avêtin ji malên xwe bêhtir bû di hundurê nîvsala yekem de danberhev bi heman dem re sala par, ev yeka li gor dazgeha karmendên îcrayê, Kronofogdemyndigheten. Di nîvsala yekem de vê salê dora 1 500 kes ji malên xwe hatin der xistin.

Li hêla din jî derxistina malbatên xwedan zarok di malê de ji malên wan kêmtir bûye, û di grûpên din ev yeka pirtir bûye.

Li gor dazgeha karmendên îcrayê, Kronofogdemyndigheten, rewş gelekî bi endîşe ye ji ber gelek kesên genc tên der xistin ji malên wan. Û dazgeh nuha dixwaze ku bêhtir û bêhtir agahdarî bên belav kirin bi rêya perwerdeyan de di dibistanan de derbarê awayê birêve birina aboriya xwe.