Yekem nexweşê bi înfluensaya nû derbasî newxeşxaneyê dibe.

Doh rewşa yekem kesê bi nexweşiya înfluensaya beraz geheşt asta ku derbasî nexweşxaneyê bibe û beşê întensîvê.

Kesê nexweş mêrekî 22 salî ye û ji doh de bi cîhaza hêsankirina bêhnstendinûdanê jiyana wî tên parastin li nexweşxaneyê li bajarê Norrköping

Ta nuha jî li rewşa vî mêrî tên nerîn wekî rewşeke gelekî cidî ye lê di heman dem de jî rûniştî ye.  Li gor serekdoktor Christer Liedgren, ev dibe rewşa yekem ya bi cidiyet bi nexweşiya înfluensaya beraz ta nuha.

- Li gor zaniyariyên min ta nuha ev dibe rewşa yekem ku hatiye rapor kirin li Swêdê bi giriftariyên wisa cidî girêdayî înfluensaya nû.

Balkêş di vê rewşê de ku ev mêrê nexweş, ne nexweş bû bi nexweşiyên din ku bihêle parastina laşê wî lawaz bibe.

- Ew beriya vê nexweşiyê kesekî tendurist bû û ew ne nexweşê nexweşiyên din bû beriya înfluensa yê ku bi hêle hêza wî ya ber xwe ve bide wisa lawaz bibe û nikaribe xwe biparêze dijî vê nexweşiyê.

Diyar dibe piştî eşkere kirina nexweşiya mêrê 22 salî ku wî ji merivekî bi înfluensayê ketiyê, piştî ku merivê wî ji semestera xwe li başûrê ewrûpayê vegeriyabû malê. Ta nuha 238 nexweşên bi înfluensaya beraz hatinin hayedar kirin li Swêdê, 30 ji wan li Swêdê bi nexweşiyê ketinin û yên mayî tên bawer kirin ku li derveyê welat bi wê ketinin.