Amerîka dixwest prosesa dadgehkirinê li dijî Pol Pot li Swêdê birêve bibê

Li  Kambodyayê ji serê salê ve prosesa dadgehkirinê li dijî partîya komunîsta ya Ximêrên Sor tê kirin.  Ew ji bo sûcê komkujî tên tawanbarkirin yê di salên 1970:de. Bi kêmasî 1,7 milyon insan hatin kuştin di bin îqtîdarîya wan de.

Niha belgeyên veşartî didin dîyar ku pilanê Amerîka hebûn ku prosesa dadgehê li dijî serokê Ximêrên Sor, Pol Pot li Swêde bi rê ve biribane . Lê Swêdê pêşnîyaz biry red kir.

 Pol Pot sala 1998 mir û ji destê edaletê filitî. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista