Rexne li Swêdê têne kirin ji ber teslîm kirina girtiyên afganî.

Rêxistina mafê mirovan, Amnesty rexneyên xurt li Swêdê dike ji ber hêza swêdî li Afganistanê girtîyek teslîmî berpirsên hukûmetê kirin. Amnesty dixwaze bêje ku welatên vê yekê dikin alîkarin di bi karanîna şikenceyê de.

Li gor asayên navneteweyî nabe tu welat girtiyan teslîm bikin eger xetera bi karanîna şikencê û lêdana dijwar ser wan hebe. Li Afganistanê diyare xetereke mezin heye ji vî alî ve. Ev girtiya hate girtin ji aliyê hêza swêdî ve dema şerek hate li dar xistin di heyva heftan de.

Sekretera giştî ya Amnesty li Swêdê, Lise Bergh derbarê vê bûyerê wisa dibêje:

- Agahdarî yekmane nin derbarê ku bi rastî şikence tên bi karanîn û di rewşa hebûna rîskeke wisa de, nabe yên girtî bên teslîm kirin, eşkere diyare rîskên mezin henin ku berpirsên hûkûmetê li Afganistanê şikence û lêdanê bi kar bînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".