Lênerîna tenduristiyê ya prîvat, pêşniyareke refahê ye.

Îro birêvebiriya sosiyaldemokratan pêşniyarê xwe bo jiyana refahê pêşkêş dikin bo kongira sosiyaldemokratan ya dê bên li dar ketin di payizê de. Bilind kirina mercên kvalîteyê şîroveya herî giring bû di vî warî de.

Pêşniyara hate pêşkêş kirin derbarê warê tenduristiyê bû, dibistanan, lênerînê kesên pîr û temen bilind û hem jî siyaseta xaniyan.

Belkî pirsa herî nazik di vê şîroveyê de ya derbarê prîvat kirina warê lêrîna tenduristiyê bû. Ta nuha hîna gelek henin di hundirê partiyê de yên dijî qezencên şirketên prîvat yên lênerîna tenduristiyê nin, lê ev yeka êdî nemaye wekï xeteke yeker bo hemû sosiyaldemokratan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".