Aşîkirina şagirtan dereng ma

Vê hefteyê aşîkirina li dijî grîpa berazan li dibistanên Swêdê destpê dike. Lê ferqa di navbera dibistanan de gelekî mezin e.  

Li herêma Skåneyê dê aşîkirina şagirtan hefteya pêş me bi dawî bibe. Lê li bakûrê Swêdê gelek şaredarî hene ku dê encax nîvê meha pêş me karibin şagirt û zarokan aşî bikin. Sedemê vê jî ew e ku aşiya ji derveyê welat tê, bi derengî ketine. Anna Lena Bergman soroka xebatê ya daîreya Tendrustiya Şagirtan li bajarê Umeåyê ye:

-          Me niha pêşbirkeyeke daye destpêkirin li hember demê. Her çendî wext diçe rîska têgerîna grîpê bilindtir dibe. Lê hêvî dikim em karbin di wextê de hemû zarok aşî bikin, dibêje Anna Lena Bergman.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".