Hevgirtin li Partiya Çep nehat

Lêkolînên raya gîştî nîşan didin ku heger îro hilbijartin bibana dê partiya li dijî biyaniyan Demokratên Swêdê bi sedî 4,4î têketa parlamentoya Swêdê.

Li gorî pîvandina şîrketa Skop ferqa di navbera bereya çep û rast gelek kêm e, 46,8 jibo partiyên hikûmetê û 46,4 ji bo hevgirtina partiyên muxalefetê. Lê partiya ku herî zêde deng wenda dike partiya çep e. Dengê wan ê dawî 4,3 bû, kêmtirî Demokratên Swêdê.

- Ev encamek pozîtif nîne lê ferqa kêm ya di navbera hevgirtina çep û rast nîşana wê yekê ye ku dê xebata hilbijartina sala pêş me gelekî çetîn be, dibêje Anki Ahlsten, sekretera Partiya Çep.

Lê bi ya profesorê zanistiya siyasetê Ulf Bjereld ê sosyaldemokrat, partiyên biçûk her dem maxlûbên avakirina hevgirtinan dibin, ya ku weke mînak partiya çep bi kesk û sosyaldemokratan re ava kiriye.

- Ne hêsane mirov serokê partiya çep bibe, dema ew siyaseta xwe bi sosyaldemokrat û keska re sererast dikin hilbijêrên çep wenda dikin. Dema vê yekê nakin, weke dijberê hevkariyê têne morkirin, dibêje professor Ulf Bjereld

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".