Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Bang ji bo zarokên bi apatî

Hat weşandin onsdag 4 november 2009 kl 16.38

Bi hezaran kes heta niha bangek îmze kirine li dijî ji-sînor-derkirina zarokên bi apatî. Îro 16 malbatên bi zarokên apatî hene. Ev zarok ne xwarin dikarin bixwun, ne jî dikarin bi axivin.

Malbatan ji daîreya koç Migrationsverketê bersiva negatîf wergirtine û dadgehên koç jî ji nîvê malbatan re bersiva nehênî daye û niha 4500 kes bang îmzekirine ku serok-wezîr Reinfeldt zarok û malbatan ji Swêdê neke der. Insiyatîfgira bangê nivîskar Agneta Pleijel dibêje hikûmet divêt rewşa giran ya van zarokan bigre ber çav. Û pîzkopozê berê yê Swêdê KG Hammar jî yek ji wan hezaran kesan e ku bang îmze kiriye.

- Rewşa zarokên bi apatî nîşana wê yekê ye ku tiştek durist nameşe, bi ya KG Hammar.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".