Peymana Lîzbonê qebûl bû!

- Ez dixwazim bidim zanîn ku min peymana Lîzbonê îmze kiriye, got sorokê Komara Çek Vaclav Klaus ji televizyona Çekî re.

Bi vê daxuyaniyê re peymana Lîzbonê ku Yekîtiya Ewropayê ber bi sîstemek federal ji aliyê hemû welatên endamên Yekîtiyê ve hat qebûlkirin.

Heger Komara Çek peymana pejirandî ye berya 15 mijdarê bişîne Brukselê dê ev peyman ji 1 Kanûnê û pêve têkeve pêkanînê, naxwe ji serê salê û pêve.

Serok-wezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt ku niha serokê demê yê Yekîtiya Ewropayê ye xêrhatina pejirandina serokê komara çek kir.

- Ev peyman Yekîtiya Ewropayê bêtir şefaf û demokratîk dike û xebata yekîtiyê bêtir efektîf dibe, bi ya Fredrik Reinfeldt.

Reinfeldt her weha dê di van rojan de civîneke bilind ya yekîtiyê li dar bixe û li wir cara yekem li gorî peymanê serokek ji bo Yekîtiya Ewropa hilbijêrin û her weha nûnerek bilind ku di pratîkê de weke wezîrê karê derve yê Ewropa kar bike hilbijêrin.

Peymana Lîzbonê her weha di pirsên polîsiye, hikûk û darezandinê de mafê vetoyê ya welatan radike û biryaran êdî bi piraniya dengan digire. Peymana Lîzbonê mafê gotinê ya parlamentoya Ewropayê ya di pirsên cotkarî û zireatê de xurttir dike û derfet dide ku Yekîtî bêtir welatên nû bike endam. Almanya û Fransayê berê jî dabûn zanîn ku heta peymana Lîzbonê neyê pejirandin ew endamên nû qebûl nakin.

Weke tê zanîn yên li dij peymana Lîzbonê astengên herî mezin bûn Komara Îrlanda û Komara Çek bû. Îrlanda piştî krîza aborî bi referandûmek dûem peyman qebûl kir û Serokê komara çek Vaclav Klaus ku digot peyman serxwebûna welatan gelek bi sînor dike tevî biryara parlamento û hikûmeta welatê xwe nedixwest peyman bipejirîne. Lê duh êvarê wî jî helwest guhert û bi vî re ji bo Yekîtiya Ewropayê pêvajoyek nû destpê dike.

. Swêd di pêvajoya serokatiya Yekîtiyê ya van çend mehên dawî de gelek hewl û mecal daye xwe ku vê peymanê bide qebûlkirin, dibêje Reinfeldt.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".