Xeta boriyên gaza Nord Stream

Swêd ji Nord Stream re got "erê"!

Hikûmeta Swêdê îro destûr da Nordstream ku gaza xwezayî ya rûsî bi rêya xetên boriyan ji ser Derya rojhilat ve îxrac bikin.

- Biryara ku me girtiye tê wê maneyê ku hikûmet destûr dide NordStream, dibêje Andreas Carlgren, wezîrê jîngehê. Bi vî re dê 2 xetên boriyên gaza xwezayî werin avakirin û di ava navnetewî-herêma aborî ya Swêdê ya li Derya Rojhilat re derbas bibe.Andreas Carlgren dibêje li gorî qanûnên navnetewî ew neçar in vê destûrê bidin, lê şîriketa Nord Stream her weha wan daxwaz û şertên Swêdê yên li derbarê parastina jîngehê de jî bicîh aniye.

Lê serokê Partiya Çep Lars Ohly dibêjê tedbîrên ji bo parastina jîngehê ne tetmînkarin:

- Heger hevgitina sor-û-kesk îro li ser hikûm bibana me dê destûr nedana kişandina van xetên gazê. Ev xet her weha di warê ewlekariyê de jî projeyekê xerab e, dibêje Lars Ohly.

Her weha berdevkê Partiya Kesk Peter Eriksson jî rexnegir e.

- Ew şertên ji bo jîngehê ku hikûmeta swêdê danîn pêş, rast e, hatine qebûlkirin. Lê ew şert, şertên gelek qels û nizim bûn. Hikûmet li hemberî berjewendiyên rûsî serê xwe tewandiye û tirsonekî kiriye, dibêje Erikson:

Lê Andreas Carlgren ne di wê baweriyê de ye ku dê van xetên boriyên gaza xwezayî zerar bide jîngehê, ji ber ku xet di kurahiyeke mezin ya deryayê re derbas dibe û tesîr li ser jiyana ajelan nake.

- Ez bi wujdanek rehet dikarim soz bidim ku dê xetên gazê zerarek cidî nedin jîngehê, dibêje Carlgren.

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".