Muxalefet di siyaseta koç ne hemfikir e

Zehmetiyeke mezin li pêş partiyên muxalefetê heye ku karibin di warê siyaseteke  hevbeş ya koç- û penaberiyê de li hev bikin. Partiyên Çep û Kesk di xwazin siyaseta koç- û penaberiyê bi awayeke bingehîn biguherînin ji bo ku bêtir kes karibin li Swêdê mafê rûniştinê wergirin û kesên xwe vedişêrin bibin xwedî îqame. Li hêla din Sosyaldemokrat ji qanûnên niha razî ne.

- Ev gelek sal in Swêd siyaseteke tund meşandiye û li dora welêt û Yekîtiya Ewropayê dîwarên bilind hatine ava kirin. Niha pêwîst e em rêyan vebikin û ji bo kesên pêdiviya wan bi ewlekariyê heye ceribandina mafê rûniştinê, hêsantir bikin, dibêje Kalle Larsson, berdevkê partiya çep yê li ser pirsên koçberiyê.

Lê Veronica Palm, berdevka pirsên koç ya Sosyaldemokrat dibëje ew naxwaze gotinên weke ”hêsankirin” bikar bîne.

- Lê pêwîste pêvajoya serîlêdana mafê penaberiyê divêt ji hêla hiqûqî ve bêtir bi ewle be.

Çep û Kesk her weha dixwazin bêtir kes karibin bibin xwedî statuya penaberiyê . Di nîvsala ewil ya îsal de 5000 kes li Swêdê mafê rûniştinê wergirt, lê tenê kêmî yek ji pênc kesan statuya fermî ya penaberiyê wergirt.

- Mirov çawa dikare ji mesîhiyek îraqî re bibêje tu ne penaberî. Lê ew ji şerekî reviyan e, elbet penaber in, û ji ber vê newêrin vegerin welatê xwe û xwe vedişêrin, dibêje berdevka Keskan ya pirsên penaberiyê Bodil Ceballos.

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".