Jimara penaberên tên Swêdê kêm dibe

Jimara penaberên ku têne Swêdê kêmtir û kêmtir dibe. Di şûna wê de, bêtir penaber li welatên din ên bakûrî serî li mafê rûniştinê didin. Jimara kesên serî li mafê penaberiyê dan ji 12 hezarên kesên nîvsala 2008î daket 10 hezar kesan di şeş mehên pêşîn yên sala 2009.

Niha, Norwec jî bi qasî Swêd penaber pêşwazî dikin û ev reqem ji bo wezîrê koç Tobias Billström suprîzek nîne:

- Zeman diguherin û pê re pirsên penaberî û mafê parastinê jî. Di perspektîfeke dîrokî de jimara kesên hatine Swêdê û dereca qebûlkirina penaberan hîn deman bilind û hîn deman jî nizim bûye. Ev tiştek ecêb nîne, dibêje Tobias Billström.

Bi nîvsala sala çûyî re qiyas di nîvsala îsalî de ji sedî 50 bêtir penaber li Finlandya, Danimarka û Norwecê serî li mafê rûniştinê dan. Vê agahiyê raporekê nû ya Komiseriya bilind a penaberan a Neteweyên Yekbûyî radighîne.

Lê Swêd hîna jî di nav welatên bakûrî de herî zêde penaber werdigre, şeş mehên ewil yên vê salê de 10 hezar kes hatin Swêdê.

Hans ten Feld şefê Komiseriya bilind a penaberan (UNHCR) e li welatên îskandînav û baltik.

- Penabar diçin wan welatan ku li wir şansê wergirtina mafê rûniştinê herî bilind e, dibêje Feld.

Li Ewropayê welatê ku herî zêde îraqî qebûl kiriye, Swêd e. 18 hezar kesên ji îraqê di sala 2007 de serî li mafê penaberiyê dan.

Lê piştî ku Dadgeha bilind ya koç nirxandinek pêşkêş kir ku li Îraqê pevçûneke çekdarî nîne jimara îraqîyên ku mafê rûniştina li Swêdê wergirtin ji sedî 90 daket sedî 26.

Tê bawer kirin ku dê îsal kêmtirî 2000 îraqî li Swêdê serî mafê penaberiyê bidin.

- Ew mirovên ji Îraqê têne Swêdê pêwîste karibin îspat bikin ku li hemberî jiyana wan talûkeyeke taybetî heye, ji bo karibin li vir mafê rûniştina penaberiyê wergirin. Ji ber vê nirxaninda nû ye ku ewqas ferqeke mezin heye di navbera jimara 2007 û sala 2009, dibêje Billström:

Wezîrê koç Tobias Billström dixwaze li seranserê Ewropayê siyaseteke hevbeş ya penaberan hebe, ji bo ku penaber li hemû welatên Ewropî bi heman awayî werin pêşwazîkirin.

Lê di perspektîfeke navnetewî de hêj gelek maye ku kufletê penaberan wekhev were parve kirin. Weke mînak Komara Başûrê Efrîkayê bi serê xwe tenê bi qasî hemû 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê penaber werdigire.

- Gelek girîng e ku ev perspektîf neyê jibîrkirin. Ewropa bi îstîlayeke penaberan re rûbirû nîne, dibêje Hans ten Feld ji UNHCR

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".