Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Kaosa aşiya grîpa berazan

Hat weşandin fredag 6 november 2009 kl 16.57

Daîreya dermanan ya gîştî û Daîreya karûbarên civakî îro biryar dan ku dozekê aşî li dijî grîpa berazan têra xwe parastin dide. Ev çend roj in nîqaş hene da gelo ne pêwîste ku mirov dido doz aşî bide. Lê bi ya van daîreyên dewletî piraniyek mezin salmezin, extiyar û ciwan bes e ku carake tenê aşî bibin.

Lê li gorî biryara îro divêt kesên binya 13 salî û ew mirovên ku parastina wan a îmûnê daketî ye, dido caran aşî bibin.

Li hêla din kêmasiya jimara aşiyan li gelek navendên tendrustiyê ku mirovan aşî dikin rê li ber nerazîbûnan vedike. Piraniya navendên dermankirinê li Stockholmê 500 doz aşî wergirtin û evana ji niha ve qediyane û gelek kes di dorê de ne.

Nûçegihanê me Alberico Lecchini îro li taxa Östermalm a Stockholmê çû serdana navendeke lênerînê, Sibyllekliniken û li wir bi mirovên bê sebir re axivî….

Berith ku li Sibyllekliniken di dora aşiyê de ye dixwaze zanibe da têra xwe dozên aşiyê hene an na. Heger tunene ew naxwaze di dorê de wext wenda bike.

Cecilia bi zarokên xwe Isaac û Julia li benda aşiyê ye û dibêje demek berê ew li semta Odenplanê bûn lê li wir aşî qediya bûn. Kurê wê Isaac di grupba rîsk de û pêdiviya wî bi aşiyê heye û dibêje

Lê Susanne ku di resepsiyona klinikê de kar dike dibêje wan serê sibê saat 9’an ve dest bi aşiyê kirine û seranserê rojê di nava kaosekê de derbasbûye. Lê tiştê ew bikin tune ye.

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".