Swêd Aygan teslîmê Tirkiyê nake!

Dadgeha bilind a Swêdê duh biryar da ku hukûmeta Swêdê endamê berê yê JITEMê, Abdulkadir Aygan teslîmê Tirkiyê neke.

Tirkiye dixwestin Aygan ji ber kuştina nivîskarê kurd Musa Anter, weke endamê PKKê, were teslîmkirin. Lê di rastiyê de Aygan endamê JITEMê bû, rêxistinekê artêşa tirk ku weke mesûlê kuştina 17 hezar însanan tê sûcdarkirin.

Dadgeha bilind a Swêdê dibêje, ”delîlên ku Tirkiyê pêşkêşkirine sûcdarkirinên li dijî Aygan îspat nakin”. Ji ber vê yekê jî, bingeh tune ye ku Aygan ji Swêdê were şandin ji bo Tirkiyê.

Aygan ji ber biryara Dadgeha bilind gelekî kêfxweş e:

- Heq bi cîh hat, Swêd welatekî demokratîk e û ez ji edaleta Swêdê re sipas dikim ji ber ku biryarek rast daye, dibêje Aygan ji Zayele re.

Zarokên Musa Anter ku li Swêdê dijîn ew jî ji biryara Dadgeha bilind a Swêdê razî ne. Lê kurê Musa Anter, Anter Anter dibêje pêwîste Aygan li Swêdê were mehkemekirin û ji ber rola xwe ya di kuştina Musa Anter de were cezakirin.

Aygan bi xwe daxwaza malbata Musa Anter ya mehkemekirina wî li Swêdê qebûl nake.

- Ew ji min çi dixwazin, çima dixwazin ez werim mehkemekirin. Min heta niha gelek rîsk girt û gelek enformasyonên girîng aşkera kirin, ne tenê di mesela Musa Anter de, lê her weha gelek kiryarên JITEMê, dibêje Aygan.

Lê bi ya rojnamevan Eşref Okumuş gelek zehmet e ku Aygan li Swêdê were mehkemekirin. Ji ber ku darezandina Aygan dê bibe darezandina JITEMê, bi wê re darezandina artêş û dewleta Tirk. Swêd vê yekê nagre ber çav, dibêje Okumuş.

- Wekî din jî çêkirina mehkemeyeke wusa ji hêla aborî ve gelekî buha ye. Pêwîst e bi dehan polês û dozger werin seferberkirin û ev jî mesrefeke mezin e. Lê sedema herî mezin ewe ku di Yekîtiya Ewropayê de Swêd îro dostê herî nêzîk yê Tirkiyê ye û naxwaze danûstendinên xwe yên bi Tirkiyê re, ji bo mesela Aygan, xera bike, dibêje Eşref Okumuş.

Bi munasebeta biryara Dadgeha bilind a Swêdê ku Abdulkadir Aygan teslîmê Tirkiyê nekin Zayele dido hevpeyvîn diweşîne.

1. ”Şeva hat kuştin dê bibûna mêvanê min!”

- Hevpeyvînek bi Orhan Miroglu re ku behsa wê şeva meha îlona 1992 dike, da Musa Anter çawa li ber çavên wî li bajarê Amedê hat kuştin û ew bi xwe jî giran birîndar bû.

2. ”Gelê kurd min efû bike jî, ez xwe efû nakim!”

- Hevpeyvînek dûem jî bi Abdulkadir Aygan re, ku bahs dike da Jîtem rêxistinek çawa bû, aşkerekirinên wî çi rol leyîstin û her weha li ser nêrîna kurdan ya di derbar wî de…

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".