Rapora mayîninên antî-personel û Kurd

Rapora qedexekirina mayînên anti-personel, duh bi civînên çapemeniyê li gelek welatan ji raya gîştî ya cîhanê re hat pêşkêşkirin. Rapora sala 2009 dişopîne da welatên ku peymana qedexekirina van mayînan ji sala 1999 ve îmzekirine di pratîkê de çi kirine.

PDKI li pêş çavê rêxistina Geneva Call 400 mayînên xwe yên antî-personel îmha kir û PKK jî, dîsa li pêş çavê Geneva Call 3600 mayîn û teqemeniyên weke mayînên antî-personel îmha kirine.

Ji sala 1999 ve mayînên antî-personel bi peymanek hatiye qedexekirin lê ne hemû welatan vê îmze kirine. Bi taybetî jî welatên wekî Emerîka, Rusya, Çîn û welatên nêzî Kurdistanê Iran û Suriyê jî vê peymanê îmze nekirine.

Mehmet Balci li Cenevrê di saziyekê bi navê Geneva Call, Banga Cenevrê, de kar dike. Û xebata wan a sereke ew e ku rêxistinên çekdar yên rizgariyê jî peymana li dijî mayînên antî-personel, li kêleka dewletan, îmze bikin.  Mehmet Balci mêvanê studyoya Zayele ye û dibêje di nav van 10 salan de gelek pêşkeftinên mezin çêbûne. Weke mînak bi milyonan mayîn hatine tunekirin û li piraniya welatên hevpeyman êdî dev ji hilberîna mayînên antî-personel berdane. Mînaka pêşveçûneke din jî ew e ku 10 sal ber ê 20 hezar kes bi mayînên antî-personel hatin kuştin. Îro jimara miriyan ya salane daketiye 5000 kesî.

Bi ya Mehmet Balcî, Tirkiye peyman îmzekiriye lê heta niha gelek şertên peymanê bicîh neaniye. Weke mînak hîna jî Tirkiyê axa mayînkirî paqij nekiriye, gel di derbarê talûkeyên mayînê de agahdar nekiriye û alîkariya maddî û manevî nedaye mexdûrên mayînan.

Geneva Call, rêxistina ku Mehmet Balci lê kar dike bi taybetî jî hewl dide rêxistinên çekdar ên rizgariyê jî peyman bi îmzekirina belgeyê qebûl bikin. Heta niha hemû partiyên kurd vê peymanê qebûl kiriye. PKK di sala 2006 û PDK Îranê 2007 de peyman îmzekirine. PDKI li pêş çavê rêxistina Geneva Call 400 mayînên xwe yên antî-personel îmha kir û PKK jî, dîsa li pêş çavê Geneva Call 3600 mayîn û teqemeniyên weke mayînên antî-personel îmha kirine. 

Di weşana Zayele de bêtir guhdariya Mehmet Balci bikin.

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".