Pirsa kurd di parlamentoya Tirkiyê de

Îro hikûmeta AKP pakêta xwe ya di warê pirsa kurd de anî parlamentoya Tirkiyê. Nîqaşên li parlamentoyê di nava rojê de bi axaftina wezîr, serokên partiyan û dawiyê de jî yê Recep Tayibb Erdogan berdewam kir. Piraniya nîqaşan şerekî bi devkî yê navbera hikûmet û muxalefetê bû. Muxalefet ji ber pêşniyazên çareseriya pirsa kurd hikûmet weke xayîn îlan dike û hikûmet jî dibêje partiyên CHP û MHP li ser xwîna leşkerên tirk yên di şer de mirî ne siyaseteke îstismarê dimeşînin.

Lê nîqaşên li ser çareseriya mesela kurd bi axaftina Wezîrê karê hundir Beşîr Atalay destpêkir. Atalay di axaftina xwe de pêşniyazên çareseriyê rêz kirin.

Hikûmeta Tirk ji bo çareseriyek van pêşniyazan dike:

1- Di zaningehên Tirkiyê de vekirina enstîtuyên zimanê kurdî.

2- Rakirina qedexeya li ser zimanê kurdî di axaftin û civînên siyasî de, di çapemeniyê de û her weha di qanûna Radyo û Televizyonê de rakirina qedexa ser zimanê kurdî.

3- Li dibistanan Kurdî jî weke zimanên biyanî Inglizi û Fransî dê karibe bibe dersa tercih.

4- Navên bajar, navçe û gundan yên kurdî dê karibe bi paşve were dayîn.

5- Ji bo Öcalan dê rêya jinûve darezandinê were vekirin, li gorî daxwazên Dadgeha Ewropayê.

6- Ji bo Kampa Mexmûrê bê valakirin dê bi hikûmeta herêma kurdistanê re hevkarî bê kirin. Ji bo valakirina Qendîlê û vegera gerîllayên PKK yê malî jî dê di qanûna poşmaniyê ya jimara 221 de guhertin bêne çêkirin.

7- Çêkirina guhertinan di qanûna bingehîn ya tirk de, lê bêyî ku paragrafên sereke yên 1,2 û 3 werin guhertin.

8- Zimanê kurdî dê karibe li dibistanên taybet (prîvat) were hînkirin.

Belê, xalên bingehîn yên çareseriyê ev in. Û îro cîgirê serokê grupa parlamentoyê ya AKP, Ömer Çelîk van gavên hikûmetê weke cesareta girtina rîskek mezin ya sîyasî nirxand em guhdariya wî dikin.

Belê dema îro mijara kurd li parlamentoya tirk hat rojevê serokê  DTP Ahmet Turk jî axivî û got: “Pêwîst e dewleta tirk qetlîam, asîmlasyon û înkara kurdan bi dawî bîne, û van şaşîtiyên dîrokî bi çareseriyek ciddî sererast bike”. DTP heta me bername amadeyê weşanê bû pêniyazên li parlamentoyê rêz nekiribû. Lê serokê partiya komarger CHP Deniz Baykal hikûmeta AKPê bi parçekirina Tirkiyê, bi hevkariya PKKê re û çêkirina federasyoneke kurd ya wekî Kurdistana Îraqê sûcdar kir. Bi ya Deniz Baykal, kurd bes daxwazên biçûk nakin hedefa kurdan pir pir mezintir e. Heger hun dixwazin zanibin hedefa kurdan çiye li Îraqê binêrin, got Baykal.

Mêvanên studyoya Zayele siyasetvanê berê Saît Güven û bi rêya telefonê jî rojnamevan Eşref Okumuş tevlî bernameyê bûn û şîroveyên xwe pêşkêş kirin. Saît Güven ne di wê baweriyê de ye e ku hikûmeta AKP rîskên mezin ji bo kurdan digire.

- Dewleta tirk dixwaze berjewendiyên mezin bi dest bixe ji bo vê jî dixwaze pirsa kurd li gorî xwe çareser bike. AKP li dû qezencên mezin e, dê elbet hîn rîska jî bigire çav, dibêj Saît Güven.

Lê Eşref Okumuş di wê baweriyê de ye ku AKP bi rastî jî rîskên mezin digire, bi taybetî jî li dijî artêş û muxalefeta siyasî. Lê elbet ev rîsk ji bo berjewendiyan e, dibêje Okumuş.

Hem Saît Güven û hem jî Eşref Okumuş helwesta CHP û Deniz Baykal weke helwestek nijatperest ya li hemberî kurdan dinirxînin.

Lê gelo performansa DTP di vê pêvajoyê de çawa bû. Eşref Okumuş dibêje DTP siyaseteke baş şopand û îmtîhanek baş da. Wan hem daxwaz û talebên kurdan derxistin pêş û parastin û hem jî derî ji bo çareserî û hevdîtina vekirî hêştin. Bi ya Saît Güven jî daxwaz û talebên DTPê gelekî nizim in, gereke ew daxwazên kurdan bêtir bilind bikin, ji ber ku çareserî ne tenê di berjewendiya kurdan de ye her weha yê Tirkiyê de ye jî ji bo wê gereke kurd bazariyek baş bikin, bi ya Saît Güven.

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".