Grîpa berazan heciyan ditirsîne

Tu nexweşiyeke grîpê(enfluenza) bi qasî ya Grîpa Berazan nebûye sedem ku ewqas pir hecî fikra xwe biguherînin û îsal hecê tewaf nekin.Dawiya vê mehê dê 30 milyon kes dest bi rêwîtiyek ber bi Mekkeyê ve bikin. Lê li gorî hîn reqeman dê jimara heciyan îsal bi sedî 30-40 kêm bibe.

Hîn welatên musluman hewl didin hemwelatiyên xwe îkna bikin da ew neçin hecê. Tirs ew e ku ewê bi xwe re nexweşiya Grîpa berazan bînin û li welatê xwe belav bikin. Lê Osmanê ji Somaliyayê tevî ku nexweşiya astim li cem wî heye, dîsa jî rêwîtiya hecê natirse:

- Derfeta çûndina hecê her tim nakeve dest, ji ber vê yekê ez teredût nakim ku biçim hecê, dibêje Osman.

NÎŞTÎMAN ÎRANDUST

nishtiman.irandust@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".