Öystein Löseth, Lars Westerberg û Lars G Josefsson. Wêne:Scanpix

Norweciyek dê Vattenfall rêve bibe

Öystein Löseth ê norwecî îro bi civîneke çapemeniyê weke berpirsê gîştî yê nû yê Vattenfallê hat diyarkirin. Di civînê de rêvebiriya şîrketa dewletî ji bijartina xwe gelek razî axivî.

Şîriketa enerjiyê ya dewleta Swêdê, Vattenfall, van rojên dawî bûye hedefa rexneyên tund. Weke mînak di mesela tezmînata qezayek îhtîmalî ya santralên enerjiya atomî li Almanyayê û firotina beşên şîrketê ji bo welatên din. Li ser fişara hikûmet û gelek derdoran berpirsê gîştî yê berê dev ji wezîfa xwe berda û îro yekê nû yê Norvecî, Öystein Löseth weke berpirsê nû hat wezîfedarkirin. Serokê rêvebiriya Vattenfallê Lars Westerberg gelek pesnê berpirsê nû dide. Lê Öystein Löseth bi xwe dibêje ew Swêdê baş nas nake lê ji armanca wezîfa xwe baş hayedar e:

- Baweriya bi Vattenfall re şikestiye û wezîfa min ew e ku ez vê yekê jinûve xurt bikim.

SUKRAN KAVAK

sukran.kavak@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".