Şerê bê dawî – mayînên dijmirov!

Her sal bi sedan kurd, ji ber mayînên li dij mirov ku li ser axa Kurdistanê hatine çandin tên kuştin, birîndar dibin an jî seqet dimînin. Ji sala 1999’an ve 156 dewlet ji bo qedexekirina mayînên anti-personel peyman mor kirine. Iraq û Tirkiye dido ji wan dewletan in. Lê Suriye û bi taybetî jî Îranê heta niha xwe nedaye ber morkirina peymanê û paqijkirina xaka Kurdistanê ji mayînan. Li ser vê mijarê roja şemiya derbasbûyî li ABF a Sundbyberg li Stockholmê civînek hat li darxistin.

Armin Curly berpirsê Rojhilata Navîn ya saziya li dijî mayînan Geneva Call e, Banga Cenevreyê. Bi ya wî mebesta ku Îran dide pêş ji bo peymana navnetewî ya li dij mayînan mor neke, ew e ku; ji hêla aborî ve kufleteke mezin e ku axa mayînkirî paqij bike. Lê Armin Curly her weha dibêje ev mebesteke xurt nine, ji ber ku Iran dikare ji bo vî karî ji welatên dewlemend û yên rojavahî alîkariya aborî wergire. 

Belê civîna li ABF a Sundbyberg roja şemiyê, bi taybetî li ser mijara axa mayînkirî ya li Kurdistana rojhilat bû û di civînê de Hizba demokrata Kurdistanê, nûnerên Komelayan û rêxistinên din ên kurd beşdar bûn. Civîn ji aliyê Partiya Sosyaldemokrat a Swêdê, Navenda Olof Palme û PDK Iranê  ve hat rêxistinkirin. Perwene Heideri ji hîzba demokrat dibêje Iran bi zanebûn mayînên li dij mirovan ji ser axa Kurdistan raneke, ji ber vê pêwîstî bi fişarên navnetewî heye li ser Iranê.

Ata Derwêşî, pêşmergeyê berê yê Hîzba demokrata Kurdistana Îranê bû û yek ji wan kesan e ku bi çavên xwe dîtiye da hevalên wî çawa pê li mayîn kirine û hatine kuştin an jî seqet mane. Ata Derweşî yek ji beşedarên civîna li ABFê bû.

- Dewleteke weke Îranê ku li dijî azadiyê ye hewl dide bi her awayî desthelatdariya xwe biparêze, bi her awayî û mayînên li dij mirovan jî haceteke wê ye, dibêje Derwêşî.

Lê ne tenê dewlet, her weha gelek rêxistinên çekdar li çar dorên cîhanê jî di şerê xwe de mayîn bikar anîne, her çendî ne bi qasî dewletan be jî. Rêxistina Banga Cenevrê, ji bo vê armancê ji sala 1999’ve kar dike bi armanca ku her weha wekî dewletan ev rêxistin jî dev ji bikaranîna mayînan berdin. Li Kurdistanê piraniya partiyên kurd peymanek îmzekirine ji bo mayînên dij-mirov bikar neynin û yên di dest xwe de îmha bikin. Di bin çavdêriya rêxistina Geneva Call de Partiya karkerên Kurdistanê PKK di sala 2006 de 3600 mayînên xwe tunekirin û PDKa Îranê jî sala 2007 nêzî 400 mayînên îmha kirin. Ji ber vê yekê rêxistina Geneva Call ji aliyê Tirkiye û Iranê ve hatiye rexnekirin ku bi morkirina belgenameyek li dij mayînanên anti-personel re ew meşrûyet didin rêxistinên kurd.

Claes Nordmark ji partiya sosyaldemokrat a Swêdê xêrhatina morkirina belgenameyek li dij mayînên dij-mirov ya rêxistinên kurd dike.

- Bi vî re dê êdî kes nikaribe partiyên kurd weke rêxistinên terrorist nav-bike. Û her weha gelek tiştek baş e ku mirov weke muxalefeteke jêrdest jî berpirsiyariya xwe bigire, dibêje Nordmark

Rêxistina Geneva Call wan rêxistinên ku peyman îmzekirine dişopîne da ew careke din mayîn bikar neynin. Heger rêxistin hukmên peymanê bicîh neyne, ew tên teşhîrkirin. Bi ya Armîn Curly dewleta Tirk çend caran ji Geneva Call re ragihandiye ku PKK mayîn bikar tine.

- Em bi xwe jî, bi rêya lêkolînkirina çapemeniyê, lêpirsîna li cem rêxistinên sivîl û her weha diyalog bi partiya kurd re hewl didin rastiya sûcdarkirinê derxînin hole, dibêje Armin Curley.

Û bi ya Mehmet Balci, dîrektorê Geneva Call yê Rojhilata Navîn û Emerîka Latînî hem PKK û hem jî PDKI heta niha bi ruhê belgenameya li dijî mayînên dijmirov ku îmze kirine re girêdayî mane.

- Tirkiye gelek caran şîkayet dike ku PKK mayînên dijmirovî bikar tine. Lê lêkolînên me nîşan dane ku wan mayînên ku ji dûr ve bi komanda têne teqandin bikar anîn e û ev jî ne qedexene. Lê li hêla din Tirkiye destûr nade me ku em biçin li cih kontrolê bikin da sûcdarkirinên wê yên li derbarê PKK de rast in an na, dibêje Mehmet Balci.

Li gorî reqemên navnetewî ku Geneva Call berhevkirine, di 10 salên dawî de li Îraqê 10 hezar kes ji ber mayînên li dij mirov hatine kuştin, birîndarkirin an jî seqet mane. Her weha li Îranê jî ev reqem wusa ye – 10 salan de 10 hezar mirov…

- Pêwîst e muxalefeta li Îranê li dij mayînên antî personel werin qezenckirin û her weha ji hêla navnetewî ve jî fişar li ser Îranê were kirin. Lê tiştê herî xuyakar ku dikare ji paqijkirina mayînan re bibe alîkar demokratî-bûna Îranê ye, dibêje Claes Nordmark ê ji Partiya sosyaldemokrat a Swêdê.

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".