Zarokên bi tenê li Swêdê

Şaredarîyên yekem ên bicihbûnê zêde dibin

Yek ji çareser kirina rewşa zarokên ku bi tenê koçî Swêdê dikin ewe ku wê gelektirîn şaredarî bine şaredarîyên yekem ên bicihbûne, û êwê van zarokan girine xwe. Ev şaredarî wê tenê bi demî wan girine xwe heta ku ew xwesteka destûra rîniştinê dikin.

Hijmara zarokên ko bi tenê koçî Swêdê dikin di van salên dawî de pir zêde bûne. Sala 2005 398 zarok hatin, isal heta niha 2 000 hatine.

Ji sisê şaredarîyan tenê yekê peyman bi Daîreya Mihacirîyê ya Giştî  re îmze kirine ku ewê malekê dine van zarokan. Loma jî niha 500 zarok di hêwirînên demî de dijîn.

Plan ew bûn ku ew zarok tenê wî çend rojan li wir bimînin lê niha bi heyva dimênin, bê ku karibin herne dibistanê û dest bi prosesa destûra rûniştinê bikin.

- Loma jî ew zarok wê karibin dest bi prosesa rûniştinê li van şaredarîyên yekem ên bicihbûne bikin û evê pir tir jî bin. Niha çar hene lê heta destpêka sala werê wê bine dih, birêveberê Daîreya Mihacirîyê ya Giştî Dan Eliasson dibêjê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".