Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Şika ji Îranê xurttir dibe!

Wêne: Jack Mikrut/Scanpix

Organa Navnetewî ya Enerjiya Atomî IAEA, daxwaz ji Îranê dike ku bêtir agahî li ser bername û navendên xwe yên atomî aşkere bike. Piştî çavdêriya li navendeke atomî li bajarê Qûmê ya çend hefte berê, delegasyona IAEA di rapora xwe de dinîvîse ku ”nehênî girtina navenda li bajarê Qûmê nîşana wê yekê ye ku li Îranê hêj bêtir navendên nehênî  dikarin hebin”.

Di 25ê îlonê de aşkera bûbû ku Îranê  navendeke dûem ya atomî li bajarê Qûmê ava kiriye. Serokê Dewletên yekbûyî yê emerîkayê Barack Obama vê nûçeyê di civîna welatên G20 ya li Pittsburgê wergirtibû û Îranê bi zimanek tûj hişyar kiribû.

- Iran wan qanûnên navnetewî ku hemû welat divê pêk bînin, bin pê dike û bi vî re îstikrar û ewlekariya herêm û cîhanê dixe nav talûkeyê, gotibû Obama.

Di 25ê cotmehê de delegasyoneke ji Organa navnetewî ya enerjiya atomî IAEA li bajarê Qumê navenda dûem ya aşkerebûyî çavdêriyan kirin. Bi ya delegasyona IAEAyê li navenda nû ya li bajarê Qûmê ji bo zengînkirina uraniyumê kapasîteyeke ji bo bicîhkirina 3000 centrîfûgan heye.

Iran dibêje ew tenê ji bo armancên sivîl uraniyum zengîn dikin, weke mînak ji bo tedawîkirina nexweşiyên kanserê.

Lê welatên rojavayî û bi taybetî Emerîka Brîtanya û Fransayê  nerazîbûneke tund nîşanî nehênîgirtina navenda dûem ya atomî dabûn.

- Aşkerebûna navenda dûem ya atomî nîşan dide ku Îran bi israr biryarên neteweyên yekbûyî û şertên IAEA binpê dike, got Barack Obama.

Bi ya welatên rojava ev nîşan dide ku Îran hewl dide çekên atomî çêbike.

- Em teredut nakin ku fişara li ser Îranê tundtir bikin û embargoyek xurttir ya navnetewî deynin ser Îranê, gotibû Gordon Brown, serok-wezîrê Brîtanyayê.

Û serok-komarê Fransayê Nikolas Sarkozy jî nerazîbûneke tund nîşan da bû.

- Aşkerekirina navenda dûem tiştek nedîtiye û ji rejima Tehranê daxwaz kiribû ku hemû qertên xwe deyne ser masê û di derbarê bernama xwe ya atomî de agahîyên rast bide, got Nîkolas Sarkozy.

Her weha Rusya û Çînê jî diyar kiribûn ku ew alîgirê ambargoyek xurttirin heger Îran bi saziyên navnetewî re hevkarî neke.

Lê rapora Organa navnetewî ya enerjiya Atomî ku duh hat weşandin, destnîşan dike ku Îran hemû qertên xwe danenîne ser maseyê. Bi ya IAEA dibe ku rejima Tehranê hêj gelekî tiştan vedişêre û ji bilî bajarê Qûmê dibe ku li deverên din jî navendên nehênî yên zengînkirina uraniyumê hebin. Lê rejima Îranê vê yekê înkar dike û dibêje ya li Qûmê a bi tenê ye.

Di nîvê meha derbasbûyî de Îran germ nêzî pêşniyazeke IAEAyê bûbû, ku uraniyuma wê li Rusya û Fransayê dibin çavdêriya navnetewî de were zengînkirin, ji bo ku vê ji bo enerjiya atomî ya sivîl bikar bîne.. Û ev germnêzîkbûn û biryara qebûlkirina çavdêriya navenda atomî ya li bajarê Qûmê bûbû sedem ku serokê Emerîkayê Barack Obama jî helwesta xwe ya li hemberî Îranê nermtir bike û bibêje ku hevdîtinên bi Îranê re di hewayeke avakar û konstruktîv de derbasbûye lê hêviyên ji Îranê jî hêj gelek in.

NÎQAŞ BI EHMED ÎSKENDERÎ RE

Ehmed Îskenderî di studyoya Zayele de amade bû li ser helwestên Îranê yên di warê bernama atomî û zengînkirina uraniyumê de bersiva pirsan da û şîroveyan kir.

Bi ya Ehmed Îskenderî aşkerebûna bingeha atomî ya li bajarê Qûmê nîşan dide ku heta ku tiştên nehênî yên Îranê bi rêyên din neyê aşkere kirin rejima Tehranê bi xwe van aşkere nake.

Her weha Îskenderî di wê baweriyê de ye jî ku, her çendî di nav rejima îslamî de baskên cûda û grûbên dijber yên desthelatdariyê hebin jî ew di mijara bernama atomî de gelekî hemfikir in.

Ehmed Îskenderî dibêje, heta niha Îran bi awayeke gelek jêhatî karîbûye bi dûbendiyên navbera dewletên mezin yên Emerîka, Rûsya û Çîn de bilîze û ji wan îstîfade bike, berjewendî bidest bixe û wext qezenc bike.

ZANA SCHÎROYÎ

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".