Rûsya û YE li Stockholmê civiyan

Serokdewletê Federasyona Rusyayê Dîmîtrî Medvedev ji bo hevdîtina bilind ya bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re duh êvarê hat Stockholmê. Swêd niha serokatiya demê ya YEyê dike û xala bingehîn ya hevdîtinan pirsên enerjiyê ye.

Lê berya nîvro ewil hevdîtineke dûalî di navbera Swêd û Rusyayê de pêk hat. Ev demeke dirêje navbera her dû dewletan zêde baş nîne, bi taybetî jî ji ber rexneya tund ya wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bildt piştî dageriya Gurcistanê kiribû. Lê piştî ku Swêdê destûra avakirina xetên boriya gazê NordStream di derya rojhilat de qebûl kir danûstendinên Rusya û Swêdê baştir bûne. Vê yekê Dîmîtrî Medvedev di hevdîtina dûalî de anî ziman û ji ber vê yekê sipasiya hikûmeta Swêdê kir

Temasên Dîmîtrî Medvedev piştî civîna dûalî ya bi serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt re bi hevdîtina rêberên Yekîtiya Ewrûpa re berdewam kirin. Serokdewletê rûsî bi serokê Komisyona Ewrûpa José Manuel Barosso û berdevkê karûbarên derve yên YE Xavier Solana re rûniştin.  

- Ne tenê pirsên ku di derbarê wan de em hemfikirin hene. Her weha pirsên ku em li ser li hev nakin jî hene û ji ber vê yekê hevdîtin ji bo çareseriya wan gelekî girîng e, got serokdewletê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev.

Di civînê de ku dê bêtir li ser têkiliyên bazirganî û bi taybetî mijarên enerjiyê bê rawestandin daxwaz ji rêxistinên civaka sivîl hene ku pirsa mafên mirovan û demokrasiyê jî bi Rûsyayê re were nîqaşkirin û li rêvebiriya rûsî rexne bê girtin.

Robert Hårdh sekreterê gîştî yê rêxistina mafên mirovan Civil Right Defenders e û dibêje ”Pêwîst e pirsa mafên mirovan di her beşên civîna Yekîtiya Ewropa û Rusyayê de were rojevê.”

- Di derbarê Rûsyayê de Dadgeha mafên mirovan ya Ewropayê 115 hûkûm hene. Her çendî Rusya tezmînat dide mexdûran jî dîsa ew sûcên ku li dij mexdûran pêk hatiye lêkolîn nake, tevî ku di piraniya caran de faîlê sûcan diyar in. Di şûna wê de Rusya wan kesên sûcdar ku bi sûcê li dijî qanûnên şer rabûne terfî dike û wezîfeyên bilind dide wan. Ji ber vê yekê pêwîst e Yekîtiya Ewropayê bi yek-dengî nirxên xwe yên însanî li beramberî Rûsyayê biparêzin, dibêje Robert Hårdh.

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".