Serokê nû yê Yekîtiyê dê kê/kî be?

Vê êvarê, Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt dê ji bo wezîfeyên nû yên bilind dido nav pêşniyazê serokên dewlet û hikûmetên YE bike ku li Brukselê ji bo civînek bilind kom bûne.

Hetanî deqîqeya dawî jî li ser gelek navan spekulasyon tê kirin, lê ne wezîfa Serokatiya YE û ne jî wezîfa Nûneriya Bilind (wezîrê karê derve) nabe para Swêdê.

- Hilbijartina yekê Swêdî weke Nûnerê bilind di rojevê de nîne, dibêje Reinfeldt.

Swêd dixwaze Serokê nû û Nûnerê bilind gavek zû werin hilbijartin, ji ber ku Peymana Lîzbonê dê ji 1 Kanûnê û pêve têkeve pêkanînê.

Serokê Yekîtiya Ewropayê ji bo dido sal û nîvî tê hilbijartin û dikare ji bo demeke din ya dido sal û nîvî careke din jî bê hilbijartin.

Nûnerê bilind ku dê bibe weke wezîrê karê derve yê Ewropayê jî dê ji bo pênc salan were hilbijartin û her weha bibe cîgirê serokê Komisyona Ewropayê jî. Ji bo vê wezîfê navên wezîrê karê derve yê Brîtanyayê David Milliband û yê berê yê Îtalyayê Massimo D’Allema derbas dibe.

Lê berî her tiştî bi hilbijartina serokekî re Yekîtiya Ewropayê dixwaze li gorî peymana Lîzbonê girêdana welatên endam ya bi hev re xurttir bike û rûyek hevbeş derxîne pêş cîhanê, dibêje rojnamevan Kurdo Baksî.

- Bi rastî jî Yekîtiya Ewrûpayê li nasnama xwe digere. Heger mirov li pareyê Euroyê binêre li ser wê fotografê şexsa tune ye. Her daîm ya pirekê, çiyayekê an jî darekê ye. Lê niha Ewrûpa dixwaze wezîfe bide şexsekê ku bibêje ”va ye mesûlê me ev e”.

Gelo serokek û wezîrek karê derve dê çawa karibe 27 welatên Yekîtiyê li dora siyasetek bîne cem hev?

- Karê serokê Yekîtiyê dê ne ewqas zehmet be. Lê ji bo yê ku dê bibe berpirsê siyaseta derve ofîsek mezin û jimarek mezin karmend dane, ku bikaribe bi Emerîka re li ser siyasetek nû li hev bike. Ji ber vê karê herî giran yê dinyayê dê karê wî mirovî be ku dibe wezîrê karê derve yê Ewrûpayê. Weke mînak di siyaseta Îraqê de wekî hev nafikirin. Lê di mesela Afganîstanê de bêtir nêzîkê hev in, dibêje Kurdo Baksî.

Li gorî spekulasyonên ewil serok-wezîrê Brîtanyayê Tony Blair berendamê herî xurt yê ji bo serokatiya Yekîtiya Ewropayê bû. Lê li gorî şîrovegeran baskê muhafezekar-xiristiyanên demokrat û baskê Sosyalist-Sosyaldemokrat yên di nava Yekîtiyê de lihevhatinek kirien ku serok yekê Muhafezekar û Wezîrê karê derve jî ji baskê Sosyalist were hilbijartin. Bi vî re şansê Tony Blair gelekî kêm dibe. Lê bi ya Kurdo Baksi sedemek din jî heye ku Blair ne xwedî şanseke mezine da bibe serokê yekem yê Yekîtiyê.

- Bawer nakim şansê Tony Blair hebe ji ber ku ew şexsên ku zaf karîzmatîk in di rêxistinên navnetewî de cîh nagirin. Ji ber vê ye ku yên wekî Ban Ki Moon dibin serokê Neteweyên Yekbûyî û yê wekî Muhammed El Beredayî dibe serokê Organa Enerjiya Atomî, IAEA. Loma şansê serokên berê yên welatên biçûk bêtir heye.  Dibe ku ji serokatî re yeka jin were hilbijartin û ji wezîrê derve re yekê zilam, dibêje Baksî.

Belê di nav berendamên ji bo serokatiya yekîtiya Ewropa de heta niha navê bi jinek tenê derbasbû ye, ew jî serok-dewleta Letonyayê ya yekem Vaira Vike-Freiberga ye. Wekî din navên sorokên din ên welatên biçûk hatine telafuzkirin, weke yê Luxemburg, Belcika û Irlandayê. Û hilbijartina ji welatek biçûk ne tiştek bêhemdî ye, bi ya Baksî:

- Gava ew serok ji welatek mezin be her weha îrade û prestîja wî jî mezintir dibe. Dixwaze her tişt li gor dilê xwe bike, guhdariya kesî din nake. Lê dema ji welatek biçûk be wê demê dewletên mezin yên wekî Fransa û Brîtanya dikarin hêsantir wan îdare bikin.

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se