Civîna Îrana federal ya bê faris

Gelo divêt Îran di pêşerojê de çawa were rêvebirin, ji bo ku hemû gel û kêmenetewên li welat karibin werin temsîlkirin?

Bi ya gel û kêmenetewên li Îranê yên ne-fariz, dewleteke federal çareseriya herî îdeal e. Bi vê munasebetê rêxistinên li derveyê welat yên wekî kurd, azerî, lor û belûcî forumek saz kirine, ji bo ku fikra federasyonê nîqaş bikin. Û nîqaşek wusa roja çarşemê 25 mijdarê 2009  bi malovaniya Partiya Sosyaldemokrat a Swêdê û Navenda Olof Palme (Olof Palme Centrum), li avahiya ABF ya li Stockholmê li dar ket.

Nîqaşa li ABFê bi beşdariya nêzî 50 kesî bi tevlîbûna Doktorê sosyolojiyê Osman Aytar, nûnerê Hîzba demokrata Kurdistanê Ahmed Alipoor, siyasetvanên sosyaldemokrat Ardalan Şekerabî û nûnerê Bizava Demokratîk ya Ezerbeycana Federal, Ali Riza Ardabilî ve hat meşandin.

Bi ya hemû beşdaran avakirina Îranek federal ji bo temsîlbûna hemû gel û kêmenetewên li Îranê hem çareseriya herî baş e û hem-jî tedbîrekê ye ku Îran weke welatek yekgirtî neyê parçekirin.

Lê ya balkêş ew e ku hem di semînera ABFê  de û hem jî di foruma ji bo Îranek federal de tu rêxistineke fariz cîh nagirin. Ahmed Alipoor ji Hîzba demokrata Kurdistana Îranê jî weke rêxistin di foruma ji bo Îranek federal de cîh digire.

- Elbet em dixwazin faris jî tevlî vê foruma ji bo Îranek federal bibin lê ew xwe nadin ber. Ji ber ku ew kurd û gelên din yên li Îranê dijîn weke netew nas nakin, dibêje Alipoor.

Lê bi ya Ali Riza Ardabili yê ji bizava Azerî faris bi hewla ku cûdatiyên netewî/etnîkî veşêre xwe bi xwe jî weke faris bi nav nakin û ji xwe re dibêjin Îranî.

- Bi vî re ew însiyatîfa li ser formulekirina pirsgirêkên li Îranê jî bi dest dixin, dibêje Ardabili.

Bi ya Doktorê sosyolojiyê Osman Aytar ji Zaningehê Stockholmê înkara farisan ya hebûna gelên Îranê di bingehê xwe de weke înkara li Tirkiyê ye lê bi mebestên cûda.

- Ev înkar di bin navê muslumantî, tirkîtî an jî îranîbûnê de tê kirin. Sedem ew e ku heger hebûna kurdan an jî azeriyan weke gel û netew nas bikin divêt ew li gorî peymanên navnetewî û peymana Neteweyên Yekbûyî mafê wan ên xwe-rêvebirinê jî qebûl bikin, dibêje Aytar.

Li gorî beşdarên semînerê pirsgirêka naskirina farisan ya xelkên din ne tenê li cem rêvebirên îslamî heye, her weha li cem piraniyek mezin ya rêxistinên faris yên li derveyê welat jî heye.

Ardalan Şekerabîyê sosyaldemokrat bi xwe hem faris û hem jî ji mezheba şîa ye. Bi ya wî sedemê ku rêxistinên faris di forum û civînên li derbarê Îranek federal de cîh nagirin nakokiyên rêxistinî ne. Şekerabî bi xwe alîgirê federalîzmê ye.

- Fikra federalizmê di nav nifşên ciwan ên faris de jî pêş dikeve û ta ku di nav rêvebiriya Îslamî de jî tê nîqaşkirin û serokdewletê berê Haşimî Rafsancanî heta niha çend caran xurtkirina rêvebiriyên herêmî pêşniyaz kiriye, dibêje Şekerabî.

Lê nûnerên neteweyên ne-faris yên di civînê de ne di wê baweriya wî de ne. Bi ya wan tevlî-ne-bûna neteweyên ne-faris di xwepêşandan û protestoyên mehên derbasbûyî de ku tevgera kesk li darxistibûn û belav-ne-bûna protestoyan li herêmên kurd, azerî û belûciyan delîla wê yekê ye ku muxalefeta Îranê di bingehê xwe de tevgereke faris ya çîna navîn e û ji daxwazên gel û kêmenetewan re vekirî nîne.

- Di halî hazir de wusa xuya ye ku daxwazên farisan û ya rastî farisên çîna navîn, di xwepêşandanên li dijî rejim Ahmedînijad de li pêş bûn, dibêje Ardabili yê azerî.

Lê bi ya  Ahmed Alipoor ê ji Hîzba demokrat sedemên din jî hene, heger mirov di perspektîva kurdan de li xwepêşandanên  tevgera kesk binêre.

- Dido sedem hene; a yekem ev 20 sal in her dema ku  kurd ji aliyê rejimê ve tên çewisandin, qetilkirin û dardakirin faris bêdeng in. Ji ber vê jî kurd li hemberî bûyerên li Tehranê ne tev negeriyan. Ya dûem, heger kurdan protestoyan barbikiran herêmên Kurdistanê dê bersiva rejimê ji ya li Tehranê tundtir bibûya û dê gelek xwîn bihata rijandin, dibêje Ahmed Alipoor.

Belê ev demekê ye ku partiya sosyaldemokrat li derbarê pirsa kurd û yên din ên li rojhilata navîn rêzecivîn li dar dixe. Lê gelo rêvebiriya partiya sosyaldemokrat çiqas alîgirê Îranek federal e: Bersivên amadekarê civînê Claes Nordmark û axaftvan Ardalan Şekerabî wusa nîşan dide ku siyasetek derve ya bi vî rengî ya rêvebiriya sosyaldemokratan tune ye.

- Ji ber ku ev dibe xwe têkilkirina nav karûbarên welatekî din, dibêje Nordmark. Ardalan Şekerabî jî naxwaze li ser navê rêvebiriya partiya xwe bi axive an jî bibêje da helwesta wan çi ye.

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se