S hevkariya FP û C dixwaze

Di pîvandinên raya gîştî de ku şîrketa lêkolînê Synovate çêkiriye Sosyaldemokrat û partiyên hevkarên wê bi pêş dikevin. Heger îro hilbijartin çêbibana dê partiyên muxalefetê ji sedî 48.7ê dengan û partiyên hikûmetê jî bi hev re ji sedî 45.4ê dengar wergirtibana. Partiya dijê biyaniyan Demokratên Swêdê jî dë bi 4.7ê dengan karîbûya têkeve parlamentoyê û li ser çêbûna hikûmetê biba dengê xuyakar. Ji ber vê yekê seroka sosyaldemokratan Mona Sahlin îro diyar kir ku heger partiyên muxalefetê herî zêde deng wergirin ew ama de ne bi partiya Gel a liberal an jî ya Navendê re ji bo hikûmetê hevkarî bikin.