Pareyê aşîtiyê hat cemidandin

Hesabek banqeyê ya wergira xelat aşîtiyê ya nobelê Şîrîn Ebadî hatiye cemidandin,dibêje dosteka wê ji ajansa nûçeyan AFP re. Tê gotin bi vî awayî meqamên Îranî dixwazin rê li ber rexneyên wê yên li dijî rejimê wergirin.

Demek berê wezareta karê derve ya Norwecê ragihandibû ku meqamên îranî dest danîne ser dîploma û madalyaya ku komîta nobelê di sala 2003 de ji ber têkoşîna wê ya ji bo mafên mirovan dabû Şîrîn Ebadî.