Pevçûnên kolanan, piştî doza qedexa DTPê. Wêne: Bülent Kilic/Scanpix

Parlamenterên swêdî li dijî qedexekirina DTPê

Dadgeha destûrê ya Tirkiyê dê îro biryar bide da Partiya civaka demokratîk DTP were qedexekirin an na. Bi vê sedemê hem li Kurdistan û li Tirkiye û hem jî li derveyê welat gelek reaksiyon hene û çalakî li dardikevin.  Duh êvarê li Stockholmê jî bi beşdariya parlamenterên partiyên Swêdî civînek li dar ket û navenda nîqaşan doza girtina DTPê bû.

Her weha guhên xwe bidin reportaja Şîlan Diljen ji bajarê Amedê (werger ji swêdî).

Navê civîna ku ji aliyê Însiyatîfa kurdî ve hat amade kirin ”Realîta kurdan û Tirkiye” bûn. Lê moderatorê civîne Kurdo Baksî ji serî ve pirsa girtin û negirtina DTP kir navenda nîqaşan.

Ji çar partiyên swêdî parlamenter ewil li ser  pêşniyazên reformê yên hikûmeta Erdogan nêrînên xwe gotin û da ev çiqas dikarin ji pirsa kurdî re bibin çareserî.

Bodil Ceballos ji partiya kesk weşana kurdî ya televizyona tirk û paşvedana navên kurdî yên herêmên kurdan weka gavên biçûk, kêm lê baş dibîne.

- Lê heger ne zexta Yekîtiya Ewropa be Tirkiye bi xwe van gavên pêş bi dilxwazî navêje, dibêje Ceballos.

Her weha Yilmaz Kerîmo, ji partiya Sosyaldemokrat jî bi Ceballos re hemfikir e:

- Tirkiye guhertinên li welatê xwe ji bo zexta ji derve kêm bike çêdike. Ji ber vê jî piraniya sozên tên dayîn li ser kaxiz dimînin. Tirk divê guhertinê ji bo xwe çê bikin, ne ji bo xatirê Yekîtiya Ewropa, dibêje Kerîmo.

Belê, lê mijara bingehîn ya civînê mesela qedexekirina Partiya civaka demokratîk DTP bû. Dozgerê dadgeha bilind a Tirkiyê bi îddîaya ku girêdanek di navbera DTP û Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê de heye dido sal berê doza girtinê li DTPê vekiribû û Dadgeha destûra tirk jî dibe ku îro biryara qedexekirinê bide.

Fredrik Malm ê ji partiya lîberal pêşniyazên reformê yên hikûmeta tirk weke gavekê bi pêş ve dinirxîne. Lê, bi ya wî girtina DTP dê sînyalên nebaş bişîne ji piraniya kurdan re ku Tirkiye di mesela çareseriyê de ne samîmî ye û ku meşandina siyasetê di qada bilind de ji kurdan re girtî ye, dibêje Malm. Bi ya wî, dê bi girtina DTPê re sozên reformên hikûmetê jî vala derkevin.

- Kurdên li Tirkiyê dê xwe têkilê pêvajoya siyasî nebînin. Ji kurdan re tê gotin va ye ji we re televizyon, beşek li zaningehê û hun karin navên gund û herêmên xwe biguherînin lê zehmetê nedin xwe û partiyek hilnebijêrin parlamentoyê ji ber ku emê wê qedexe bikin, dibêje Fredrik Malm.

Dadgeha destûrê ya Tirkiyê dibe ku îro roja înê biryara xwe bide da DTP were qedexekirin an na. Serokê DTP Ahmet Türk dibêje heger werin qedexekirin ewê xwe ji parlamentoya Tirkiyê paşve bikşînin û qebûl nekin ku li meclîsa tirk weke mebûsên bêdeng bimînin. Ji ber ku bi qedexekirinê re DTP êdî nikare weke grûp di meclîsê de bixebite û mafê axaftina wan gelekî tê sïnor kirin.

Lê ev ne cara yekem e, heta niha 6 partiyên kurd ji aliyê dadgeha destûrê ya tirk ve hatiye girtin. Û her car Dadgeha mafê mirovan ya Ewropayê biryarên qedexekirinên tirkiyë mehkûm kirine û ceza û tezmînat li Tirkiyë birîne. Lê ev car hikûmeta Tirk jî hêvî dike heger DTP were qedexekirin gereke Dadgeha Ewropayê wê weke partiya Batasûna ya welatê bask li Îspanyayê binirxîne û Tirkiyê mehkûm neke. Cîgirê serokwezîrê Tirk Cemil Cîcek roja derbasbûyî got girêdana DTP û PKKê weke Batasûna û ETAyê ye û ji ber vê biryara Dadgeha Ewrûpayê mînak teşkîl dike. Bi ya Cemil Çiçek hem ETA û hem jî PKK ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve weke rêxistinên terorîst tên nasîn û girêdana bi rêxistinên terorîst re aliyê dadgehê ve weke mebesta qedexekirinê bi mînaka Batasûna re hatiye qebûl kirin.

Lê bi ya parlamentera partiya kesk, Bodil Ceballos a ku bi xwe ji herêma Katalonya ya Îspanyayê, tiştek şaş e ku mirov Batasûna bi DTPê re û ETAyê jî bi PKKê re qiyas bike:

- Mirov nikare ETA ya ku li welatekî ev 30 sal in demokratîk e, çalakî dike bi PKK ya li Tirkiyê re qiyas bike. PKK tevgereke berxwedanê ye û bi vî awayî ji ETAyê cûda ye. ETA jî di zemanên rejima Franco de tevgereke berxwedanê bû, lê îro piştgiriya gel ya ji bo wê tune ye, dibêje Bodil Ceballos. Mirov nikare PKK û ETA yek bigire. Lê dîsa jî ez li dijî qedexekirina Îspanyayê ya partiya Batasûnayê me jî. Bi ya min qedexekirina partiyan ji çareserî bêtir pirsgirêk bi xwe re tîne. Divêt mirov ji ber kiriyarên krîmînel werin mehkûmkirin, ne ji ber endametiya xwe ya di partiyekê de, dibêje Ceballos a ji partiya Kesk.

Mijareke din a nîqaşa li ABFê ya duh êvarê bêdengiya Ewrûpa ya li dij doza qedexekirina DTPê bû. Ji ber ku dema AKP bi xwe demek berê ji bo qedexekirinê li pêş dadgeha destûrê bû, Yekîtiya Ewrûpayê nerazîbûnek tund nîşan da bû gotibû qedexekirina AKPê dikare rêwîtiya Tirkiyê ya berbi Ewropa re rawestîne. Û tê bawerkirin ku ev nerazîbûna welatên Ewrûpê pêşî li ber partiya hikûmetê girt.

Lê Yilmaz Kerîmo yê ji partiya sosyaldemokrat, dibêje ew bi bawer e ku dê Yekîtiya Ewropayê ev car jî nerazîbûna xwe ya li dij qedexekirina DTPê nîşan bide. 

- Dibe ku ew li benda biryara dadgehê ne. Û rast e wan ji bo AKP bêtir nerazîbûn û deng bilindkirin, lê ew ji bo wê yekê bû ku AKP partiya hikûmetê bû, dibêje Kerîmoyê sosyaldemokrat.

Ji parlamenterên beşdarê panela duh êvarê Margareta Cederfelt a ji partiya moderat jî got girtina DTP,  ne tiştekiye ku ew karibin qebûl bikin. Cederfeldt dibêje dê hikûmet di konferansa xwe ya 21 vê mehê de mesela endametiya Tirkiyê ya yekîtiya Ewropayê bigre rojeva xwe û li ser ku da Tirkiye şertên li ser hatine ferz kirin çiqas bicîh anînem, biaxivin.

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista