Salih Kevirbirî

Edebîyata kurdî ya devkî

Îro roja cejna Noelê ye, loma jî Zayele bernameyek taybet li ser edebîyata kurdî ya devkî ji were pêşkêş dikê.

Edebiyata devkî warekî beyar e, deryakeke ku tenê dilopek jê hatîye nivîsandin e. Ev gotinên rojnamevan û nivîskar Salihê Kervirbrî ne.

Salihê Kervirbirî li Stembolê dijî, vê dema dawî çar pirtûkên wî hatin weshandin û ev çend heftîne ku ew li Paris û Stockholmê ye.  Dema ku wî serdana Stockholmê kir Zayele jî serdana wî kir. Wî behsa hewesa xwe ya li ser dengbêjiya kurdî û pirtûka xwe ya di vî warî de kir.

Pirtûka wî ya bi navê Filîtê Quto - 20 kilam û 20 qewimîn ji destanên kurd yên mîna  şerê Mala Elîyê Ûnis, Bavê Fexrîya, Emê Gozê û Gênc Xelîl û Edûlê pêk tê.

Musîka di bernamê de ya Şivan Perwer E bi strana Bavê Fixrîya, Salihê Qubînî bi kilama Gênc Xelîl, û Mirado bi şerê Mala Eliyê Ûnis.

Sukran Kavak

Sukran.kavak@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista