Du kesên din mirin ji ber enfluensaya beraz

Buroya rojnameyan ya nûçeyan, TT radigihîne ku swêdîyek din jî miriye ji ber enfluensaya beraz ya li dar e, ev li gor statîstîka enstîtuya parastina vegirtinê. Mêrekî 72 salî ji herêma Stockholmê mir di hefteya derbasbûyî de, ew dihat jimartin nav grûpên di rîska nexweşiyê de.

Di dest pêka vê heftiyê de jî mêrek di 40 saliyê de mir û beriya mirina wî dihat lê nerîn di nexweşxaneyê de li herêma Värnamo ji november de, heyva yazdan. Tevlî van du kesan, hejmara kesên ta nuha ji ber enfluensaya beraz mirinin li Swêdê digihêje 21 kesî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista