Faîza serekî wek xwe dimîne

Bankeya Swêdê ya navendî faîza xwe ya serekî û ya herî giring dihêle ser asta berê ya gelekî nizim, 0,25 ji sedî. Bankeya Swêdê ya navendî pêşbiniyên faîza serekî, fayîza repo yê jî wekî berê hişt. Ev yeka tê bi wateya ku bankeya Swêdê ya navendî nebinêtê fayiza serekî bilind bike ta destpêka payiza 2010.

Birêvebiriya bankeya Swêdê ya navendî pêşbîniyên hatiniya neteweyî ya nesafî bo sala 2010 nivîsandiye û dijmêrê bi pirbûna 2,7 ji sedî danberhev bi pirbûna pêşbîniyên heyva dehan, oktober bi 2,5 ji sedî. Di heman demê de jî lêzêdebûna sala 2012 ji 3,7 dadikeve 3,5 ji sedî.

Texmînên enflasiyionê hatinin diyar kirin, tên bawer kirin ku enflasiyoneke dê li dar bikeve bi 0,8 ji sedî sala bê û 3,0 ji sedî sala 2011.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista