Aktîvîst dixwazin sînoran bişkînin

Tevlîhevî û pevçûn berdewamin li derveyê navenda konferansan, cihê civîna mezin ya neteweyên yekgirtî bo avûhewayê. Aktîvîstên li derve dixwazin sîrnorên polîsan danînin derbas bikin û têkevin hundirê navenda civînê de.Ji aliyê polîsan de jî jop û gaza hêsiranînê tên bi kar anîn hemberî aktîvîstan.

Li gor agahiyên polîsên danîmarkî nêzîka 200 xwepêşander hatinin girtin û di nav wan de du ji peyivdarên xwepêşandanê nin. Birêvebirê xwepêşandanê di megafonê de ji kesên beşdar dixwaze ku bi aliyê bajar de bimeşin û ji navenda civînê dûr bikevin.

Di nav aktivîstên hatibûn girtin de, sê swêdî hebûn. Ew nuha hatinin berdan piştî rojekê di zindanê de ji ber peyda kirina bodrayeke sor di dardanekê de di hundirê canteyên wan yên piştê de. Li gor polîsan ew bodra kare bên bi kar anîn bo saz kirina bombeyên dûmanî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista