Seroka civîna avûhewayê dest ji kar berdide

Wezîra jîngehê ya danîmarkî Connie Hedegaard, dest ji karê xwe berdide wekî seroka cîvîna mezin ya avûhewayê û birêvebira temamê konferensa jîngehê. Di şûna wê de dê serokwezîr Lars Lökke Rasmussen rûnê. Ta nuha hîna ne diyare bê sedema dest hêlana wê ji karê wê re çi ye, lê li gor texmînan bêbaweriya navbera welatên endustriyal û welatên paşdemayî de û hem jî nelihevkirina di hundirê G77 de sedemê vê yekê nin.

Wezîrê jîngehê yê Swêdê Andreas Carlgren, ji TT, Buroya rojnameyan ya nûçeyan re dibêje ku tu sedemên taybetî tunene bo guhertina serokatiya civînê, ji ber ev yeka ji zû de hatibû plan kirin. Carlgren radigihîne ku gotûbêj dê berdewam bikin disan, lê bi nîvîsên nû. 

Li hêla din jî hate ragihandin beriya nîvro ji aliyê Ekot ve, beşê nûçeyan ya radiyoya Swêdê, ku rêxistinên cuda ji ber nerazîbûna wan bo birêvebirina civîna avûhewayê dest ji civînê berdan û derketin. Nêzîka 100 endamên rêxistinên cuda yên jîngehê civîna avûhewayê ya neteweyên yekgirtî protesto kirin, li gor wan birêvebirina vê civînê pêvajoyeke nedemokratîk e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista