Berfa zêde trafîk rawestand. Wêne: Viktor Levander/SR Östergötland.

Agahî li ser astengiyên di trafîkê de…

Ji ber berf û bahozê û hewayê xerab meqamên fermî radighînin ku di trafîkê de gelek zehmetî hene. Astengiyên di trafîka otomobîl, otobus û trenan de dê pişt nîvro û êvarê jî berdewam be. Piraniya xetên otobûsan hatine rawestandin û yên li ser kar in jî gelekî bi derengî diçin û tên. Her weha di trafîka ser rêyên hesinî de jî gelek derengî hene. Ji bo trafîka otomobîlan ya di rêyên ji berfê nehatine paqijkirin de astengî hene û rêwîtî zehmet e. Di nava rojê de gelek wesayît ji rê derketine û qezayên biçûk çêbûne. Ew kesên dê derkevin rê divê zanibin ku demên rêwîtiyê dê ji normal dirêjtir bibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista