Anne Ludvigsson/Riksdagen
Sosyaldemoktên Swêdê:

CHP ya Tirk divê ji Enternasyonala Sosyalîst were derxistin!

Enternasyonala Sosyalîst (ES) di derbarê Partiya Komarger a Tirkiyê CHP de lêkolînkê dike. Ya Komîta Etîk ya ES xistiye nav tevgerê Partiya Sosyaldemokrat a Swêdê ye. Bi gilîkaran, CHP li dijî nirxên ES tevdigere.

- Ez dixwazim Enternasyonala Sosyalîst CHPê ji endametiyê bavêje, dibêje Anne Ludvigsson parlamentera sosyaldemokrat û her weha seroka Komiteya piştgiriya mafên mirovan li Tirkiyê ya parlamentoya Swêdê.

- Cihê CHPê di enternasyonalê tune ye, bi taybetî jî piştî helwesta wê ya di warê pirsa kurd de ya li meclîsa tirk. Partiyek ku naxwaze ji bo guhertinan, demokrasî û mafên mirovan helwest bigire û di şûna wê de di derbarê pirsa kurd de axaftinên ecêb dike, ne layiqê endametiya Enternasyonala Sosyalist e.

Axaftina ecêb ya ku Anne Ludvigsson bahsa wê dike ya serokê CHPê Deniz Baykal e, ku di 12 mijdarê de, dema li parlamentoyê li ser pirsa kurd nîqaş dihat kirin, hatibû çêkirin. Deniz Baykal wuha gotibû:

- Azadî ji bo nasnama etnîkî. Lê, niha hîn kes dibêjin ev ne bes e. Ê gelo emê çi bikin? Emê vê nasnama etnîkî wergerînî ser neteweyek cûda. Emê Tirkiyê jî wergerînin ser netewek cûda. Dibêjin divê hun me weke netewek cûda nas bikin. Û emê weke neteweyek cûda, bi çerkezek, arnawudek, erebek û gurciyek re qiyas bibin xwedî statûyek cûdatir û bêtir bi îmtiyaz. Niha ev tê gotin. Hevalên hêja, ev şaş e. Ev ji bo hemwelatiyên me yên ji eslê kurd şaş e, ev ji bo me hemûyan şaş e û ev ji bo aşîtî û îstikrara herêmê şaş e. Heger em berê xwe ber bi wê îstîqametê ve bidin, yên dixwazin zanibin dê çi bibe bila li Îraqê binêrin.

Sosyaldemokratên swêdî ev  çend sal in zext li ser CHPê dikin ku siyaseta xwe biguherîne.

- Lê, partiyê heta niha tu niyetek guhertinê nîşan neda ye, ji bo ku daxwaza betalkirina endametiya wê paşve bikşînin dibêje Ludvigsson, beravajî vê ev partî dibe şîrikê pêşîgirtina guhertinên demokratîk, dibêje Ludvigsson.

Bi ya Anne Ludvigsson para CHP ya di qedexekirina Partiya Civaka Demokratîk DTPê de gelek  mezin e. Ji ber ku CHP naxwaze xalên li ser partiyên siyasî ya di destûra bingehîn de ku guhertina wan piraniyek ji sisiyan didûyê dengan pêwîst dike, biguherîne. Û dengên AKP û DTP yên li parlamentoyê têr nake ji bo guhertina destûrê.

Ji ber vê yekê sosyaldemokratên Swêdî serî li Komîta Etîk ya Enternasyonalê dane ji bo li ser betalkirina endametiyê CHPê lêpirsînek bikin.

- Piştigiriya CHPê ya ji bo leşkeran û helwesta wê ya qedexekirina AKP û partiyan helwesteke e ku Enternasyonala Sosyalîst layiqê endamek nabîne, dibêje Ann Linde, sekretera navnetewî ya Sosyaldemokratên Swêdî.

Lê di vê daxwaza xwe de sosyaldemokratên Swêdî bi tenê ne. Pistgiriyek me ya xurt tune ye, dibêje Ann Linde.

 - Partiyên ji welatên mezin yên wekî Fransa û Almanya CHPê weke partiyek layîq dinirxînin û ji bo vê naxwazin li dij wê helwest bigirin, dibêje Linde.

Lê bi ya Ann Ludvigsson partiyên sosyalist û sosyaldemokrat ji Fransa, Almanya û Avusturyayê, ji wan welatan in ku naxwazin Tirkiye bibe endama Yekîtiya Ewropayê.

- Ev partî bi zanebûn naxwazin CHP ji Enternasyonal Sosyalist bavêjin, ji ber ku ji bo wan Tirkiye çiqas tevlî hev û bê çareserî bimîne ewqas baş e û wê demê ne hewce ye ew bi xwe rê li ber endametiya Tirkiyê bigirin, dibêje Ludvigsson.

Bi ya Anne Ludvigsson gelekî zehmet e ku ji Komîta Etîk ya Enternasyonalê biryarek li dijî CHPê derkeve. Lê li hêla din ew radighïne ku hewlên sosyaldemokratên Swêdî yên li dij CHPê hîn encaman jî dane.

- Weke minak Sosyaldemokratên swêdî di komcivîna Atînayê ya havîna 2008 de xebat mesandin ji bo serokê partiyê Deniz Baykal careke din weke cîgirê serokê enternasyonalê neyê hilbijartin û di vî warî de em bi ser ketin û Deniz Baykal ji wê rojê ve nayê civînên Enternasyonalê, dibêje Ludvigsson.

Zayele telefonê navenda CHPê ya li Enqerê dike da em zanibin reaksiyona partiyê ya di derbarê lêkolîna Enternasyonala Sosyalist de ci ye ?

Lê cîgirê serokê CHPê Onur Öymen ku ji karûbarê derve ya siyaseta partiyê berpirsiyar e tevî ku em gelek caran lê digerin nikare peyda bibe. Her weha jî xanima bi nave Petek ku ji danûstendinên Enternasyonalê berpirsiyar e, ew jî ne musaîd e…

- Ji  ber vê xebatê CHP ji sosyaldemokratên Swêdî û bi taybetî jî ji min gelekî aciz in, dibêje parlamenter Anne Ludvigsson.

Belê hefteya derbasbûyî Dadgeha destûra bingehîn ya Tirkiyê DTP qedexe kir, ji ber ku destûra bingehîn nikare were guhertin di saya muxalefeta CHP û MHPê de.

- Ez gelek bi endîşe me da dê ji niha û pêve çi bibe. Kurd ev demekê ye li benda vê gavavêtina demokratîk bûn û bawer dikirin ewê bi hikûmetê re rûnin têkevin ser rêya rast. Lê, niha jî ev astengî derket (girtina DTP). Ez fam dikim ku kurd êdî aciz bûne û ji libendêmayînê westiyan e.

Lê Ludvigsson her weha bêçalakiya Yekîtiya Ewropayê jî rexne dike û vê weke sedemek pêşneketina reformên li Tirkiyê dinirxîne.

- Heger welatên mezin yên wekî Fransa û Almanya hêviya endametiya Tirkiyê neşikestandina pêşkeftin dikarîbû çê bibin. Niha Yekîtî vê sinyalê dide ku Tirkiye çiqas demokratîk bibe jî û hemû şertên endametiyê bicîh bîne jî dîsa nikare bibe endam û vê yekê gelek kesên li Tirkiyê ji Ewropa sar kiriye, dibêje Anne Ludvigsson parlamentera Partiya Sosyaldemokrat a Swêdê.

ZANA SCHÎROYÎ

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista