Gotûbêjên avûhewayê berdewamin

Serekwezîrê danîmarkî û serokê nû bo civîna mezin ya avûhewayê ya neteweyên yekgirtî li Köpenhamna ê, Lars Lökke Rasmussen, dev ji hewildanên pêşkêşkirina pêşnivîsa peymana avûhewayê berdide.

Li gor TT, buroya nûçeyan ya rojnameyan, dê gotûbêj berdewam bin ser bingehê wan du nivîsên hatinin amade kirin ji aliyê 193 welatên beşdar di du grûpên kar de. Ev yeka tên dîtin wekî merceke serekî ji aliyê grûpa G77 ve, bi taybetî ji aliyê Çînê ve. Tên bawer kirin ku gotûbêj dê berdewam bin îro di grûpên biçûk de, lê hîna awayê birêvebirina kar ne diyar e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista