Qanûna deyinên bo xwendinê dê bên guhertin

Hukûmet dixwaze qanûnên pereyên bi deyin bo xwendinê biguher e, ev yeka bo ku bi awayekî hesanîtir deyin li wan vegerin. Nêzîka nîva hejmara kesên deyin wergirtin bo xwendinê û paşî sefer kirinin bo derveyî welat, çavê xwe gelek nadin dana van deynan.

Hatiye jimartin ku nuha 68 000 kes deynên bo xwendinê ji CSN wergirtinin û malên xwe bar kirinin derveyî welat. Nîva hejmara van kesan deynên xwe nadin. Hejmara deynên wan bi temamî digihêje nêzîka du miliyar kronên swêdî.

Îro tên dîtin ku bi gelekî hesan e bo deyindaran ku ji deynên xwe bifilitin, pêwîst  nake mirov ji bingeh de navnîşana cihê rûniştina xwe eşkere bik e.

Pêşniyara hukûmetê nuha ew e ku girêdanên eşkere û diyar kirî hebin bo deynên tên wergirtin û herweha ku kesên deyn werdigirin gerek navnîşanên cihê rûniştina xwe bidin, bo ku CSN karibe kertên dana deyn ji wan re bişîne malên wan. Wezîrê xwendina bilind, Tobias Krantz, dibêje ku nuha dê li herdu pêşniyarên hukûmetê bên nerîn û çareyên din jî karin aktuel bibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista