Hewayê zivistanê qezeyan kêmtir dike

Hewayê zivistanê bi serme û berifa gelek rê nexweş kiriye bo gelekan di trafîkê de. Herçend ev hewa û berifa zêde ji doh de bûye sedema gelek qezeyan di trafîkê de li gelek deverên Swêdê, her dîsan jî statîstîka daîreya rêyan ya giştî, Vägverket, diyar dike ku qeze û beleyên herî mezin û bitirs di hewayekî wisa de di heyvên zivistaniyê de kêmtir dibin.

Di heyva duanzdan de sala par 17 kes mirin di trafïkê de, ev dibe nîva hejmara kesên dimirin di trafîkê de di heyveke navencî de. Herweha di heyva yekê de ya vê salê û hem jî heyva duyan de hejmara kesên mirin di qezayên trafîkê de bi gelekî kêmtir bû ji hejmarên navencî. Di statîstîka daîreya rêyan ya gişrtî de diyar dibe ku di heyvên havînê de û di trafîkeke gelek de gelek qeze û belên bitirs çê dibin.

Meyila kêmbûna qeze û belên trafîkê di heyvên zivistanê de, beriya çend salekî dest pê kiriye, yek ji sedeman kare teknîkeke seyaran ya nû be. Ya dihêle bêhtir kontrola seyarê ser tekelên wê hebe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista