Obama li Kopenhagena bi klîmatek sar. Wêne: Jens Dige/Scanpix
Konferansa klîmatê ya Kopenhagenê

Obama hêviya dawî ji bo peymanek

Barack Obama, serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê(DYA) berya nîvro giha Kopenhagen a Danîmarkayê, ji bo tevlî civîna bilind ya li ser klîmatê bibe. Obama demek berê li pêş navenda civîna bilind Bella Center ji lîmozîna xwe peya bû.

Tê hêvîkirin Barack Obama bi tevlîbûna xwe ya di muzakereyên dawî de rê li ber peymaneke nû ya klîmatê veke û bi taybetî jî bi Çînê re muzakere bike û wê îknayê îmzekirina peymanê bike.

Obama dê vê êvarê vegere Emerîkayê û ji ber vê pêwîst e peyman bê morkirin. Serokê DYAyê dê her weha bi serokdewletê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev re jî li ser pirsa çekên atomî jî hevdîtinek pêk bîne.

Serok û serokwezîrên welatên cîhanê ev çend roj in li ser çawa kêmkirina karbondioksîdê û gazên serayê nîqaş û bazariyan dikin. Armanc ew e ku heta sala 2020 her welatekî cîhanê, lê bi taybetî welatên endustriyê yên wekî Emerîka, Japonya, Yekîtiya Ewropa gemarîkirina av û hewayê kêm bi kêmasî sedî 20 kêm bikin. Lê her weha ji welatên kêmpêşketî yên wekî Çîn û Hîndîstanê jî hêviyên mezin hene. Ev welat jî ji hêla endustrî ve bi lez pêş dikevin û heger ew jî li gorî para xwe gazên serayê kêm nekin dê encamek baş ji bo klîmata cîhanê çênebe. Ji bo vê wezîra karê derve ya DYA, Hillary Clinton, roja derbasbûyî soza salê 100 milyar dolarî da ji bo ku welatên kêmpêşketî karibin mîktara gazên serayê kêm bikin. Lê ev welat dibêjin pêwîst e herî zêde welatên rojavayî gemarîkirina klîmatê ya xwe kêm bikin.

Kêmkirina gazên sera yên wekî karbondioksîd kufleteke mezin ya aborî ye û dibe sedema xerabûna mêzîna aborî ya di reqabeta navbera welatên endûstrî û yên kêmpêşkeftî. Weke mînak, Çîn û Emerîka divê di vî warî de li hev bikin ji bo ku welatek li dij welatê din di reqabetê de nekeve rewşek dezavantaj.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista