Wêne: Björn Larsson Rosvall/Scanpix
Biryara General Motors:

SAAB Automobile tê girtin!

General Motors ya Emerîkî şîrketa erebeyan SAAB Automobil digire, radighîne GM bi rêya malpera xwe ya li ser Înternetê.

General Motors dibêje ewê bi awayeke rêk û pêk dawî li xebata Saab bînin. Sedemê vê jî ew e ku SAAB heta niha nikarîbûye were firotin. General Motors hesab dike ku dê Saab karibe deynên xwe paş ve bide.  Di daxuyaniyek çapemeniyê de serokê General Motors ya Ewrûpayê Nick Reilly dibêje SAAB îflas nekiriye, emê xebata wê bi awayek berpirsiyar rawestînin.

Ev biryar ji aliyê Swêdê ve bi şoqbûnek hat pêşwazî kirin, ji ber ku piraniya fabrîqeyên Saab li rojavayê Swêdê ne. Per Olsson li bajarê Göteborgê şefê daîreya karî, Arbetsförmedlingenê, ye:

- Ev biryar dê gelek kesan bêkar bihêle û mala gelek xebatkaran bişewitîne, dibêje Olsson.

ZANA SCHÎROYÎ

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista