ROSENGÅRD A MALMÖ

Kêmtir şikayetên ji bo polês

Li taxa biyaniyan Rosengården a Malmöyê, jimara kesên ji polês re têne şikayet kirin di nav sisê mehên dawî de bi heman dema sala çûyî re qiyas bi sedî 15 kêm bûye.

Salekî berê pevçûnên bi polês û personelên agirkujiyê re bi avêtina keviran û şewitandinan dijwar bûbûn. Piştî van aloziyan butçeyek bêtir ji polês re hat veqetandin û heta niha çend serokên çeteyên krîmînel hatine girtin û bi vî re pevçûn jî kêm bûne. Her weha şaredariya Malmöyê jî 9 milyon kron ji bo çalakiyên cûda yên ji bo ciwanan veqetandiye û te bawer kirin van hewlan niha encamek baş daye, radighîne rojnama Sydsvenska dagbladet.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista