LÊKOLÎN

Şef çawa, karker jî wusa

Eslê şefekê di hilbijartina karkeran de xuyakar e, li gorî lêkolînek Enstîtuya Nirxandina Bazara Kar. Bi vî re diyar bûye ku şefekî swêdî karkerên swêdî digire kar, lê şefek ji eslê biyanî kar dide karkerên ji eslê biyanî.

Lena Hensvik ku vê lêkolînê çêkiriye dibêje sedemê vê ew e ku ev şef hêsantir dikarin zanebûna karkerên xwe binirxînin, heman zimanî diaxivin û aîdê heman tora civakî ne. Bi taybetî ji di sektora otel, restorant û ragihandiniyê de ev cûre nêzîkbûn xurt e, lê her weha di sektora nexweşî û tendrustiyê de jî mirov dikare vê yekê bibîne. Lêkolîn li ser 100 hezar cihên kar yên kêmî 50 karkeran, di nav salên 1997 ta 2996 hatiye kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista